Mekteb siyasiya PDKê peyamek pêşkêşî YXK û YCDK kir

Bi minasebeta 61mîn salvegera damezrandina her du tevgerên YXK û YCDK mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.
Duh mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi minasebeta 61mîn salvegera damezrandina her du sazî û tevgerên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên demokrat yên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî wan her du sazî û tevgeran kir.
Di vê peyama han de mekteb siyasiya PDKê rola û pêgeha wan her du saziyan di nava bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurd de bi roleke girîng wesif kiriye.
Mekteb siyasiya PDKê ev yek jî eşkere kiriye ku wan her du saziyên han di pêgehandina kadro û têkoşerên jêhatî de roleke gelek girîng lîstine û dibe di serdema nû de jî di warê rewşenbîrî û zanistî de rola xwe ya girîng bidomînin.




