9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

Fazil Mîranî bi hijmareke Patrîkên Mesîhiyên cîhanê re civiya

Çavkanî: KDP.info

Sekreterê mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi hijmareke patrîkên Mesîhiyên cîhanê re civiya.

 Duh li Enkaweyê Sekreterê mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî bi hijmareke Patrîkên Mesîhî yên cîhanê bi Serokatiya Serokê Kilîseya Keldaniya katolîk re civiya.

 Piştî merasima pêşwaziyê heyeta Patrîkan armanca serdana xwe bo Kurdistanê rave kir û ragehandin ku armanc ji vê serdana han ji nêz ve hayedarbûn ji rewşa Mesîhiyên Îraq û Kurdistanê ye.

 Heyeta Patrîkan herwiha eşkere kir ku em bi dîtina rewşa Mesîhiyên Kurdistanê û jiyana wan gelek kêfxweş bûn û tişta herî balkêş bû me bihêz bûna çanda bihevre jiyanê ya li Kurdistanê deye.

 Heyeta mêvan ku nunerê Papaya Vatîkanê jî tê de bû jiber siyasetên Serok Barzanî yên li hember pêkhateyên din yên olî sipasiya Serok Barzanî kirin.

 Pişt re Fazil Mîranî di peyvekê de li ser navê Serok Barzanî û PDKê bixêr hatina ev heyeta han kir û tekez li ser bihêztir kirina çanda bihevre jiyana pêkhateyên olî li Kurdistanê de kir.

 

Nûçeyên têkildar