Fazil Mîranî û Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê civiyan

Hewlêr-KDP.infp/ Sekreterê mekteb siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê kir.
Îro Sekreterê mekteb siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî pêşwaziya Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Muhemed Akif Enam kir.
Di civînê de Fazil Mîranî û Muhemed Akif Enam rewşa Kurdistan, Iraq û deverê giftûgo kirin û Mîranî eşkere kir ku, PDK hertim fakterek bûye bo çareser kirina kêşeyan û ji bo vê yekê jî gelek qurbanî daye û ji niha pêde jî partiya demokrata Kurdistanê berdewam ew rola xwe ya sereke dilîze.
Di beşeke din ya civînê de Akif Enam behsa rola girîng ya Serok Barzanî û Nêrçîrvan Barzanî kir do çareser kirina kêşeyên navxweyî yên Îraqê û herwiha bihêztir kirina peywendiyên navbera Kurdistanê û welatên deverê de.




