PDK peyameke pîrozbayî pêşkêşî Kurdistantvê kir

Bi minasebeta salvegera damezrandina Kurdistantvê Mekteb siyasiya PDKê peyamek pêşkêş kir.
Bi minasebeta 15mîn salvegera damezrandina kanala Kurdistantvê Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Kurdistantvê kir.
Mekteb siyasiya PDKê di peyama xwe de nivîsandiye ku bi minasebeta 15mîn salvegera damezrandina kanala Kurdistantvê li ser axa azadkirî ya Kurdistanê de pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî we dikin, dizanin damezrandina Kurdistantvê beriya 15 salan şoreşeke gelek girîng bû û bû bingeha destpê kirina serdemeke nû di ragehandina Kurdî de û dengê Kurdistanê gehande cîhanê.
Ew peyama ku Kurdistantvê bo gehandina vê hate damezrandin hîn jî bandora xwe didomîne, bi taybetî girêdayî bûn bi berejwendiyên netewî û kar kirin li gorî pîwerên pîşeyî yên Rojnamewanî û rêz girtin ji mafên mirov û azadiya takekesî li Kurdistanê de.




