Êmînkî: Bi dijayetîkirina PDKê YNK nayê parastin

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Êmînkî tekez kir ku yên dixwazin Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biparêzin, bi rêya dijayetîkirina PDKê nikarin bigihin wê armanca xwe û got: "Baweriya PDK’ê bi rêzgirtina li hevdû û pêbendbûna bi rêkeftina stratejîk heye."
Di van rojên dawî de endamekî YNKê ku di heman demê de endamê Parlamentoya Iraqê ye, gotibû: "Nûnerên PDK ên li Bexdayê bi qasî ku dijayetiya me dikin wek nûnerên Kurd ên Kerkûkê ser bi YNKê, nîvê wê rexne li hikûmeta navendî û parlamenterên Ereb nagirin."
Di vê derbarê de Cafer Êmînkî ji KDP.info re axifî û got: "Di demekê de ku em ber bi hilbijartinê ve diçin û belavkirina tohmetan ji aliyê hinek kesan ve li dijî PDK’ê, ji xeynî propaganda û têkdana rastiyan nayên tu wateyeke din. Li gor me yên ku dixwazin yekrêzî û YNKê ji pirsgirêkan biparêzin, nikarin bi rêya êrîşkirina PDKê bigihin armanca xwe, berevajiya wê evna dibe sedema ku zêdetir pirsgirêkan ji xwe bi xwe re çêkin."
Êmînkî wiha dibêje: "Wek PDK baweriya me rêzgirtina hevdû û pêbendbûna bi rêkeftina stratejîk heye. Herwiha wek çawa berê jî me kar kiriye daku YNK rûbirûyê pirsgirêkên navxweyî nebe, niha jî her wiha difikirin, ne ku dijayetîkirina wê hizbê ku em hevpeymanê hev in."
Êmînkî tekez kir ku ewna ne siyaseta PDKê ye dijayetiya YNK û nûnerên bike û axaftina xwe wiha qedand: "Lê eger ew nûnerê YNK’ê bixwaze bi rêya anîna navê PDKê rastiyan têk bide, em ji YNK ya hevpeymanê xwe re dibêjin, PDK ne ew hizbe ku dijayetiya we bike, lê hinek kes dixwazin bi awayekî berevajî danûstandinê bikin."




