9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

Sekreterê mekteb siyasî pêşwazî li konsûlê Tirkiyeyê kir

Çavkanî: KDP.info

Birêz Fazil Mîranî sekreterê mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê bi Konsûlê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê re civiya.

 Duhî sêşema 8/10/2013 sekreterê mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî pêşwaziya konsûlê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Muhemed Akîf Înam kir.

 Di civînê de Înam bi helkefta serkeftina porsesa hilbijartinên Kurdistanê pîrozbayî li gelê Kurd kir û ew prosesa han bi proseseke girîng bo demokrasiya Kurdistan û deverê wesif kir.

 Konsûl Akîf Înam di beşeke din ya axaftinên xwe de hevxemiya xwe jî bo gelê Kurd jiber teqînên Hewlêrê diyar kir û ragehand ku, Tirkiye amadeye bo şerê dije teror hevkariya Kurdistanê bike.

 

Herweha li hember de jî Fazil Mîranî rola konsûlê Tirkiyeyê bi roleke girîng wesif kir û got: Tirkiye bo Kurdistanê gelek girînge û jiber ragehandina pakêca demokratîzasiyona Tirkiyeyê jî Mîranî sipasiya hikûmeta Tirkiyeyê kir.

 

Nûçeyên têkildar