9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

Fazil Mîran û Mîrê Êzîdiyan civiyan

Çavkanî: KDP.info

Duhî yekşema 6/10/2013 sekreterê mekteb siyasiya PDKê pêşwaziya Mîrê Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg kir.

 

Di civînekî de Fazil Mîranî û Mîr Tehsîn Beg behsa serkeftina partiya demokrata Kurdistanê di hilbijartinên Parlementoyê de nirxandin û ew serkeftina han bi serkeftineke girîng û dîrokî wesifkirin.

 

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Fazil Mîranî behsa rola Mîr Tehsîn Beg bo handana Êzîdiyan bo bihevre jiyanê bi roleke girîng wesif kir.

 

Mîranî herwiha diyar kir ku, Serok Barzanî û Serokatiya PDKê biriyar dane daku, welatiyên Êzîdiyan jî li parlementoyê bibin xwedan nunerên xwe.

 

Li hember de jî Mîr Tehsîn Beg sipasiya Serok Barzanî û Seorkatiya PDKê û ragehand ku, weke Serok Barzanî got vê Kurdên Êzîdî hertim resen bin û resenatiya xwe jî biparêzin. KTV

Nûçeyên têkildar