9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

Sekreterê Mekteba siyasî ya PDKê simînarek bo xelkê qezayên Akirê û Berdereş pêşkeşkir

Çavkanî: KDP.info

Akirê-KDP.info/ Bi berhevbûna hijmareka zor ji kesayetî û kadir û cemawerê qezayên Akirê û berdereş duhî dirêz Fazil Mîranî sekreterê mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê simînareka cemawerî pêşkêşkir.

Mîranî di simînara xwede bidrêjî behsê rolê serok Barzanî di qunaxên cuda yên bizava rizgarî xwaza milletê kurdistanê de û dîrok û xebat û qurbanî dana Partiya Demokrat a Kurdistanê herwesa rolê Nêçîrvan Barzanî di avakirina jêrxaneya aburiya herêma kurdistanê de kir.

 

 Di layekê dî de behsê helbijartinên perlemanê kurdistanê û giringiya wan helbijartinan û handana xelkê bo helbijartina lîsta 110 lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê û berbjêrên wê kir.

 

herwesa daxaz ji xelkê deverê kir ku birêjeka baş û bi hemî tex û çînên xwe yên cuda ve pişkdariyê di van helbijartinan de bikin

Nûçeyên têkildar