Fazil Mîranî sekreterê PDKê simînarek li Amêdiyê gêra

Amêdiyê-KDP.info/ Bi helkefta destpêkirina hewa piropagnda helbijartinan rêzdar Fazil Mîranî sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê simînarek li hola senterê rewşenbîrî li Amêdiyê gêra.
Bi berhevbûna hêjayan Ferîq Faruq berpirsê liqê 18 û Hisên Çelkî qaymqamê Amêdiyê û hijmareka berpirs û piledarên mîrî û leşkerî û nêzîkî hezar kadir û endam û layengirên partî bi xulekek rêzgirtin bo giyanê tevaya şehîdan û serkarwanê wan Barzaniyê nemir û kak Idrîsê herdem sax rêwresman destpêkir, li dûvda berpirsê liqê peyva bixêrhatinê pêşkêşkir.
Rêzdar Fazil Mîranî sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê di simînara xwede lidur şoreşên kurdî peyvî û ameje da şoreşa Îlulê û serkirdayetiya Barzaniyê nemir û 67 salên pirî xebat û serweriyên partî, dîsan lidûr giringiya helbijartinan bo gelê me peyvî û diyarkir ku giringîdan bi helbijartinan jibo nîşandana pêşkeftin û dîmokrasî û tenahiyê ye ya îro li kurdistanê bo xelkê me û Iraqê û cîhanê.
Sebaret lîsta 110 got: " 110 yanku hijmara lîsta partî vê carê taybetmendiyek heye ku hevdeme digel 110 saliyada bûna Barzaniyê nemir.
Derbarey bernamê lîsta 110 got ew bernamekê berfrehe û demê em dibêjîn dê piroja çêkeyn em bo partî nakeyn belku bo tevaya xelkê kurdistanê çêdkin.
Derbarey serokatiya hikûmetê amaje bi şiyan û rolê kak Nêçîrvan Barzanî dan û got hebûna hikûmetekê bi serokatiya serokwezîrekî genc û bi van şiyanan dê bêtir xizmeta xelkê kurdistanê bi giştî bike û law û gencan bi taybetî .
Derbarê diruşmê lîsta 110 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê got me gotiye (Pêkve berev Kurdistaneka geştir) û livêre dilsoziya partî diyardibî, me ne got em çûn yan hûn li duf mera belku me dupatî liser peyva (pêkve) kiriye ku îro kurdistan ya geşe belê pêkve da geştir lê bikin, herwesan got partî çi caran muxamere bi milletê xwe nekiriye û herdem emin û asayiş ewleweyeta Barzanî û Partî bûye.
Dîsan berêzî amaje bi xebat û qurbanîdan û rolê pêşmerge da û got li dwhî wêyir berevanî dijî te'dayê kiriye û îro berevaniyê ji sînoran dike.
Sebaret kandîdên partî got bi rastî demê mirov berê xwe dide berbjêrên partî mirov hesudiyê pê dibe ku xudana van şiyan û kefaeta.
Sebaret erkê welatiyan li roja helbijartinan birêz sekreterê partî dupatî liser giringîa pişkdariya hemiyan kir û dupatî liser pişkdariya afretan kir û pişkdarî bi erkekê niştîmanî zanî, dîsan amaje da giringiya her takedengekî ku dibît sera dengekî kandîdek nederkevît , û xuyakir ku çend rêja pişkdariyê bilndtir bît dê sim'eta welatî xwe li cîhanê bilndkin dîsan başiye bo netewê û hizbê û kandîdî




