Di helbijartan da diyar dibe ka kî xizmeta milletî dike

Dihok-KDP.info/ Ji bo destpêkirina hewa pirupagndê bo berbijarên perlemanê Kurdistanê duhî 3/9 sikirtêrê mekteba siyasî ya partî Fazil Mîranî seredana liqê yekê partî kir û ji layê Ebdulxaliq Babîrî û desteya kargêrî ya liqê ve hat pêşiwazî kirin.
Di rûniştinekê da behsê hewa pirupagndê û çawaniya karkirinê bo serxistina lîsta jimare 110 hate kirin û Mîranî got: (helbijartin li welatên dîmokiratî dihêne encamdan û mezintirîn belgeyê dîmokirasiyetê, ezmûna helbijartinên Kurdistanê ye û asay ye layen hevirrikyê li gel hevdu bikin û partî di hemû dîroka xwe da bawerî bi dîmokiratiyetê hebûye û hizir di rêzigirtina hevirrikan da kirî ye û ev pirose li welatên pêşkeftî jî ya hey û di encaman da diyar dibe ka te çend xizmet pêşkêş kirî ye û bihayê te di civakî da bi çi rêjeye û bo hemûyan diyar dibe ka kî baştir xizmeta te dike û xwe li milletî û kêşeyên wan dike xwedan û serbilindiya me serferazî û silamatiya xelkê me ye).




