Şandê parêzgeha Dihokê û liqê Yek ê Partî li Dihokê serdana mezarê nemiran kirin

Barzan-KDP.info/ Bi merema seredana mezarê nemiran û nû kirneva soz û peymana bo rêbaza Barzaniyê nemr û helkefta 25 saliya kîmyabarankirina bajêrê Helepçe, herdû şandên kargêriya parêzgehê bi serokatiya Gorgîs Şilîmun parêzgerê Dihokê bi wekalet û şandê liqê yêk bi serperştiya berêz Ebdulxaliq Babîrî û bi amadebûna Dr. Fazil Imer serokê civata parêzgehê sera mezarê nemiran li Barzan dan û li wêrê hemû berhevbû 5 deqîqa rêzgirtin rawstiyan bo şehîdên karesata Helebçe.
Paş herdû şand jilayê birêz (Xelat Barzanî) nûnerê serok Barzanî hatine pêşwazî kirin ...û cuda cuda herdû şanda tace gulîn danane ser mezarê Barzaniyê nemir û Idrîsê herdem sax.
Paş birêz (Xelat Barzanî) nûnerê serok Barzanî di peyvekêde bi xêr hatina herdû şanda û cemawerê xirvebû kir û got evro 25 saliya kîmiya barankirina Helebçeye ku bûye egerê şehîdkirina pitir ji 5000 kesa û jimareka din jî birîndarbûne ku heta nuke jî asewarên vê tawanê li ser mirov û siruştê deverê mayne.
Herwesa got berî hingî jî bi hezaran kes hatine qirkirin 8000 Barzanî hatbûne şehîdkirin 182000 mirov jî hatine ciunsaydkirin, eve hemû dinavbera salên 1979-1988 li dijî gelê me hatine encamdan.
Lê bi xebat û xuyana şehîdên kurdistanê em şiyaîne xwe ragirîn û pişkeka zor li daxazên me hatine dî herwesa cihê serbilndiyê ye ku ev sale li yada 25 saliya kêmiyabarankirina Helebçe li bin çavdêriya serok Barzanî kunfrasek libara cînusayda kurdistanê dê hête sazkirin û kesayetêyîn navdarên cîhanê dê berhevbin em jî dengê xwe digehînîn ku evê tawanê û tawanên din yên dijî gelê me hatîne encamdan bi awayekê fermî weku cînusayd qebûlbiken.
Hîvî xwastin ku yada Helebçe bibîte pend û serubur bo destheladarên Iraqê û yekbûna aştiyane li seranserî cîhanê.
Piştire Ebdulxaliq Babîrî berpirsê liqê yek binavê liqê û kargêriya parêzgehê û hemû berhevbûya soz û wefadarî bo rêbaza Barzaniyê nemir û Idrîsê herdem sax nû kirineve û got: " Barzaniyê nemir li rojên sext yên jiyanê têkoşîn û xebat bo gelê kurd kiriye hevîrekê neteweyî ji çar parçên kurdistanê pêk aniye û hemû kirine rêbazek bo tev milletê kurd û hemû dixîveteka neteweyî xirvekirin. Barzanî hêmayê berxwedana milletê kurdbû .. berdewamiya têkoşîna xebata milletê kurde. Ji encamê wê têkoşînê serhildana 1991 hate encamdan û paş perleman û hikûmet hatine avakirin ku evro herêma kurdistanê li ser şengistekê abûrî û emnahiyê yê mukum werarê diket .. evro em hatîne ku soz û peymana nû bikeyn ku li ser vê rêbazê berdewambîn jipêxemet gehştana armanca mezina gelê kurdistanê ... rêz wefadarî bo şehîdên Helebçe û hemû şehîdên kurdistanê û Barzaniyê nemir û Idrîsê herdem sax




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)