“Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Azerbaycanê deriyekî nû li ber Herêma Kurdistanê vedike”
__2023_07_18_h16m48s44__ER.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî giheşt Bakuya paytexta Azerbaycanê û li Koşka Komarî ji aliyê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ve bi germî hat pêşwazîkirin. Mamosteyekî zanîngehê jî dibêje: “Ev serdan destpêkeke nû ye bo Herêma Kurdistanê, ku Kurdistan peywendiyên xwe ligel Qefqaz û Asyaya Naverast bihêztir bike.”
Mamostayê zanistên siyasî li zanîngeha Selahedîn Dr. Salih Mela Omer Îsa ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Azerbaycanê nîşan dide ku bandoreke gelek erênî ya Nêçîran Barzanî heye li ser geşekirina peywendiyên Kurdistanê li ser asta navçeyê û cîhanê, lewma ew serdan ji çend aliyan ve girîng e.. ji wan jî yekem car e ku di asteke wiha bilind de tê pêşwazîkirin, dê pêwendiyên herêmê ber bi Qefqasya û Rojhilata Navîn ve biçe û saziyên nû li herêmê di warê aborî, siyasî û bazirganî de veke. û teknolojiya petrokîmyayî jî dê bibe rewşeke erênî ji bo herêmê, lewra ev yek dê bibe sûdeke hevbeş, Azerbaycan dikare bi rêya herêmê peywendiyên baş ligel Iraqê deyne, ku ji aliyê jeopolîtîk ve ji bo herêmê pir giring e.”
Dr.Salih Mela Omer Îsa got ku, Azerbaycan herêmeke girîng e û siyaseta xwe li ser asta cîhanî heye, bi taybetî ji aliyê welatên bihêz wek Çîn, lewma dê peywendiyên baş bo herêmê hebin, bazara Asyaya Navîn, Qefqasya û welatên din ên Asyayê bi giştî, lewma dê deriyekî nû ji bo Herêma Kurdistanê were vekirin.
Omer wiha got: “Di wê serdanê de dê gotûbêjên cidî li ser vekirina konsulxaneya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê bên kirin û têgihîştina baş dê çêbibe.”




