9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Azerbaycanê pêşxstina peywendiyên xwe gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Azerbaycanê pêşxstina peywendiyên xwe gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev di civîna xwe de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Azerbaycanê yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re di hemû waran de kirin, her du serokan herwiha derbarê vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê ya li Hewlêrê de jî gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Temûza 2023an bi serdaneke fermî îro gihîşt paytexta Azerbaycanê bajarê Bakuyê û piştî pêşwaziya fermî ya li balairxaneyê, li Koşka Serokatiya Azerbaycanê ji aliyê serokê wî welatî Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin û her du serok bi ehv re civiyan.

Di civîneke dostane ya du alî de, herdu aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên Azerbaycanê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kirin, bi taybet di ware aborî, bazirganî, geştyarî, û enerjiyê de û derfeta weberanîn û sermayeguzariyê bo kompaniyên Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.

Herwiha tekezî li ser giringiya vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê hate kirin ku berê biryar li ser hatiye dan û behsa rêkara û proseduran hat kirin daku di paşerojeke nêzîk de were vekirin, ji bo ku bixebite ji bo pêşxistina peywendiyan û alîkariyên hevbeş ên her du aliyan.

Destpêkirina geştên esmanî yên di navbera Azerbaycan û Herêma Kurdistanê mijareke din a civîna Nêçîrvan Barzanî û Aliyev bû. Di civînê de behsa pêngavên dawiyê yên ji bo geştên esmanî yên rasterast di navbera Hewlêr-Baku û Hewlêr-Bexdayê û hin navçeyên din ên Iraqê hate kirin û tekezî li ser hêsankariyan ji bo dana vîzeyan hat kirin.

 

Nûçeyên têkildar