9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Armanca PDKê ew e ku dengên Kurdan li Kerkûkê yên herî zêde bin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, ku di heman demê de berpirsê şanda PDKê ye ji bo danûstandinan li Kerkûkê, ragihand ku hinek aliyên siyasî dixwazin ligel lîsteya PDKê beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bibin.

Endamê Ofîsa Rêxistinê ya PDKê li Kerkûkê Baqî Saleyî ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihad: “Berî niha PDKê li gel hejmarek aliyên siyasî yên Kerkûkê civiyabû, û hin aliyan jî serdana PDKê kiribûn ji bo ku ligel PDKê lîsteyê ava bikin. Aliyekî siyasî li ser wê yekê razî bûye û biryar e roja Duşemê aliyekî din ji bo vê armancê serdana PDKê bike. Herwiha 2 aliyên din jî bi me re axvîne û dixwazin serdana me bikin.”

Herwiha got: “Ti şert û mercên PDKê ji bo yeklîstiyê nîne û dixwaze di hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûkê de Kurd dengên herî zêde bi dest bixin û kîja alî jî bixwaze dikare ligel lîsta PDK beşdar bibe.”

Nûçeyên têkildar