Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind ji Neteweyên Yekgirtî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Neteweyên Yekgirtî kir û di hevdîtinê de behsa çaksaziyên Kabîneya Nehem ji aliyê hemecûrkirina aborî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan û aktîvkirina sîstema bankî û hêsankarîkirina veberhênerên navxwe û derve hat kirin.
Îro Çarşema 21ê Hezîrana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Neteweyên Yekgirtî bi serokatiya Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Rêveberê Herêmî yê Bernameya Neteweyên Yekgirtî bo Pêşvebirinê ya welatên Erebî (UNDP) Ebdullah Derderî kir.
Di hevdîtinê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kurteyek derbarê kar û çalakiyên xwe û armanca serdana xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanês pêşkêş kir, ku mebesta wan alîkarîkirina warê hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahat û rûbirûbûna bandorên neyênî yên guherîna keş û hewayê ye.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi çaksaziyên Kabîneya Nehem ji aliyê hemecûrkirina aborî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan û aktîvkirina sîstema bankî û hêsankarîkirina veberhênerên navxwe û derve kir.
Herwiha di civînê de behsa girîngiya parastina samanên av û dirustkirina bendavan hat kirin.




