9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî û Nûnera Sekreterê Neteweyên Yekbûyî rewşa Kurdistanê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir û ragihad, nabe êdî encamdana hilbijartinan were paşxistin.

Îro Çarşema 21ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de li rewşa Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û li ser vê mijarê herdu alî hevnêrîn bûn li ser encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema herî nêz de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kiriye ku nabe êdî encamdana hilbijartinan were paşxistin û bibe qurbaniya xwast û daxwaza ti hêz û aliyekî ji bo paşxistina wê proseya demokrasiyê.

Di civînê de herwiha li ser guherîn û pêşhateyên rewşa Iraqê û desteberkirina mafên destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, gotûbêj hat kirin.

Nûçeyên têkildar