Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind ji Neteweyên Yekbûyî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind a Neteweyên Yekbûyî civiya û herdu aliyan diyar kirin ku guherîna keşuhewayê krîzeke ciddî ye û bandoreke zêde li ser Iraqê heye û ji bo wê yekê divê Iraq bi piştgîriya navdewletî bi ciddî rûbirûyê wê krîze bibê.
Îro Çarşema 21.06.2023 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandekî bilinda Neteweyên Yekgirtî ya bi serokayetiya birêz Abdallah Al Dardari Yarîdederê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Birêveberê Herêmî yê UNDP ya ji welatên Erebî kir.
Di civînê de şandê bi kurtî di derbarê armanca serdana xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê xiste rû ku ji bo yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistane li cûr bi cûr kirina çavkaniyên dahatê û bi tenê piştnebestina bi neftê. Di vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku pêşeroja Iraq û Herêma Kurdistanê bi cûrbicûrkirina aborî û çavkaniyên dahatê ve girêdayî ye.
Herdu alî di derbarê guherîna keşuhewayê de danustandina bîr û ramanan kirin û hevraman bûn ku qeyranekî ciddî ye û bandoreke zêde li ser Iraqê heye, ji bo wê yekê divê Iraq bi piştgîriya navdewletî bi ciddî rûbirûyê wê qeyranê bibê. Şandê dûpat kir ku hem ji bo berevaniya bandorên guherîna keşuhewayê û hem ji bo cûr bi cûr kirina çavkaniyên dahatê, yarmetiya Iraq û Herêma Kurdistanê didin.
Şanda mêhvan her wiha balkişandin li ser civîna li gel Desteya Veberhênana li Herêma Kurdistanê ku tê de amadehî û piştgîriya Neteweyên Yekgirtî derbirîne ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê di plansazî û danîna nexşerêyekê de ji bo çawayiya anîna veberhênanên biyanî ya ji bo Herêma Kurdistanê û rexsandina derfeta kar ya ji bo xort û lawan.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pêşwaziya bîr û nerînan û plana Al Dardari û UNDP, hêviya serkeftinê li erkê wî da xwest û hewlên wî yên ji bo yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand.




