Balyozê Holanda hevkariyên Kurdistanê ji bo koçber û penaberan bilind nirxand

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro Çarşema 21/06/2023 pêşwaziya Hans Sandee Balyozê Holanda li Iraqê kir.
Di civînê de bihêzkirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Holanda, pêşhatên dawî û rewşa navxweya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê bi giştî û rewşa koçberan li wargehên Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya ji bo destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo kar û çalakiyên wî nîşan da. Her wiha spasiya hevkariyên Holanda yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir bi taybetî li warê cûr bi cûr kirina çavkaniyên aborî û pêşxistina kerta çandiniyê de.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Holanda, dûpat kir ku hikûmeta welatê wî bi aramî û seqamgîriya Iraqê û Herêma Kurdistanê wekî herêmekî girîng û federaliyê ve pêdagire. Her wiha berdewamiya hevkariyên ji bo aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û hevkariyên Herêma Kurdistanê ji bo koçber û penaberan bilind nirxand.
Nirxandina rewşa mafên mirovav, karên rêxistinên nehikûmiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê û çend babetekî dinê girîng û hevbeş, aliyekî dinê civînê bû ku Konsulê Giştî yê Holanda li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû.




