9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Desteya Ragihandin û Pêwendiyên Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Hezîrana 2023an pêşwazî li şandeke Desteya Ragihandin û Pêwendiyên Iraqê bi serokatiya Serokê Desteyê Besam Salim kir.

Şanda mêvan kurteyek derbarê çalakî û projeyên xwe yên di warê medya, ragihandin û teknolojiya ragihandinê de pêşkêş kir û amadebûna xwe ji bo hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngî û bandora sektora gihandin û teknolojiya zanyariyan û pêşketina bilez a vî warî kir ku cîhan îro di serdema zîrekiya destkird de dijî û derfeta berfireh di hemû waran de li pêşiya mirovatiyê vekirine.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê bo hevahengiya ligel desteyê dubare kir û tekezî li ser giringiya hebûna nûneratiya Herêmê di vê desteyê û saziyên federalî de kir.


 

Nûçeyên têkildar