Mesrûr Barzanî: Rêkeftina me ya ligel Serokwezîrê Iraqê bingeh e û divê hemû alî rêz lê bigrin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew rêkeftina ku ligel Serokwezîrê Iraqê kirine, ji bo hevahengiya Hewlêr û Bexdayê bingeh e, divê hemû alî rêz lê bigrin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamekê li ser Twitterê belav kir û ragihand: “Grûpeke Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê çend guherîn xistine projeyasaya budceya federal, ku li hember wê rêkeftinê binpêkirin e ku me beriya niha ligel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û hikûmeta wî kiriye.”
Di peyama xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew rêkeftin ji bo hevahengiya Hewlêr û Bexdayê bingeh e, divê hemû alî rêz lê bigrin.




