9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê behsa rewşa Şingalê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê îro Yekşema 7.5.2023 danê sibehê li Hewlêrê pêşwaziya li Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê kir û li ser çend mijaran danûstandin kirin.

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan û Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Mark Bryson Richardson ya îro li ser rewşa dawî ya peywendiyên Hewlêrê û Bexdayê, hewl û gûftûgoyên li ser çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pirsgirêkê hilbijartinê û rewşa Şingalê axivîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, herdu aliyan bi erênî behsa pêşketin û têgihîştina di navbera Hewlêrê û Bexdayê de ji bo çareserkirina kêşeyên xwe kirin û li ser giringiya çareserkirina kêşeyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de hevdeng bûn.

Li ser rewşa Şingalê jî her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramiya navçeyê û nehîştina gotinên nefret û cîbicîkirina rêkeftina ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê hat kirin.

Di civînê de ku peywendiyên Brîtanyayê yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re û çend mijarên din ên berjewendiya hevbeş jî hatin gotûbêjkirin. Konsulê Brîtanyayê yê Hewlêrê jî di civînê de amade bû.

 

Nûçeyên têkildar