9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî: Beşdarbûn û qurbanîdana karkeran di şoreş û avedankirina Kurdistanê de bilind dinirxînim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran de peyamek belav kir û beşdarbûn û qurbanîdana karkerên Kurdistanê di şoreşan de û rola wan ya berbiçav û keda wan a di prosesa binyatdanan û avedankirina Kurdistanê de bilind nirxand.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

“Yekê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran, bi germî li karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê û sendîka û rêxistinên karkeran pîroz dikim. Beşdarbûn û qurbanîdana karkerên Kurdistanê di şoreşê da û rola wan ya berbiçav û keda wan ya di prosesa binyatdanan û avadankirina Kurdistanê da bilind dinirxînim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Bi vê minasibetê, tevî nîşandana hemû piştevaniyê ji bo maf û daxwazên rewa yên karkeran, tekezî li ser pêwîstiya hebûna qanûnek modern ya kar ji bo parastina mafên karkeran û dabînkirina bingehek selamet, jîngehek minasib û bi dirustî rêkxistina demjimêrên kar û wekhevî di derfetên kar da dikin. Divê zêdetir girîngî bi jiyan û jiyara karkeran û malbatên wan bê dan û sendîka û rêxistinên karkeran ji bo mafên wan bi çalaktir bixebitin.

Em silav û rêzên xwe ji bo kesûkar û malbatên karkerên di dema kar da jiyana xwe ji dest dane dişînin û erkê aliyên peywendîdar e ku bi her awayî alîkarî û sexbêriya wan bikin.

Yekê Gulanê li hemûyan pîroz be û bêhnvedanek aram û bextewer ji bo karkeran dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

01.05.202”

Nûçeyên têkildar