Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîrê Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 1ê Gulanê pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Federal Mihemed Elî Temîm kir.
Di hevdîtinê de, behsa rewşa giştî ya Iraqê û giringiya derxistina yasaya bûdceya federalî di zûtirîn dem de li Encûmena Nûneran hate kirin, bi hêviya ku ev yek bibe destpêkek ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê û dabînkirina maf û şayesteyên destûrî yên xelkê Kurdistanê.
Her wiha di civînê de tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina hemû peymanên di rojeva Hikûmeta Federal de hate kirine.




