9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî: Divê em Pêşmerge bikin hêzeke yekgirtî ya niştimanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar li Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Armanca Serokatiya Herêma Kurdistanê avakirina hêzeke niştimanî ye û û divê em Pêşmerge bikin hêzeke yekgirtî ya niştimanî.”

Îro 4ê Nîsanê li Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî di merasima destbikarbûna firqeyên Yek û Du yên Piyade yên Wezareta Pêşmerge kir û gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand: “Pêvajoya veguhestina yekîneyên 70 û 80 ji bo ser Wezareta Pêşmerge berdewam e. Divê em hemû pêdiviyên Pêşmerge dabîn bikin. Herwiha min daxwaz kiriye ku kar bê kirin ji bo ku ji hemû pêkhateyên Kurdistanê tevlî Pêşmerge bibin.”

Herwaha got: Hevpeymaniya Navdewletî naxwaze Pêşmergeyê hizbî hebin û ew piştevaniyeke mezin in ji proseya çaksaziyê re.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Yekgirtina hêzên Pêşmerge daxwazeke rewa ya xelkê Kurdistanê ye û divê em Pêşmerge bikin hêzeke yekgirtî ya niştimanî.”

Nûçeyên têkildar