Serok Barzanî 64mîn salvegera weşandina Rojnameya Xebat pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de 64mîn salvegera weşandina Rojnameya Xebat pîroz kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birêzan, sernivîskar û rojnamevan û karmendên Rojnameya Xebat
Silav û rêz…
Bi helkefta 64 saliya weşandina rojnameya Xebat germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim.
Rojnameya Xebat li qonaxên cûda cûda de berdewam bi pîşeyîbûn û bi giyaneke niştimanperwerane dakokiyê li mafên rewayên gelê me kiriye û li pêgirîbûna bi bihayê neteweyî û niştimanî û gihandina peyama pêkvejiyan û aştîxwaziyê da dengê bi hêz û resenê gelê me bûye.
Di salvegera bi eşkere weşandina rojnameyê de destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
04ê Nîsana 2023”




