Bi helkefta ji dayikbûna Barzaniyê nemir û serhildana Duhokê liqê yek beyannamek derkir

Dihok-KDP.info/ Bi helkefta borîna 110 salan li ser jidayikbûna babê ruhî û sumbola netewa kurd Mela Mistefa Barzaniyê nemir û 22 saliya serhildana bajêrê Duhokê liqê yekê partiya dîmukirata Kurdistanê beyannamek derkir û têda ev herdu bîrewerî ye li tevaya xelkê Kurdistanê û bitaybet cemawerê Duhoka rengîn û serbilind û xoragir û pêşimergên qareman pîrozkir.
Di beyannamê da liqê yek diyarikirî ye ku jiyana Barzaniyê nemir ji azar û awarebûn û xoragirî û hîkmetan ya pir bû lewra Barzaniyê nemir di nav xelkê Kurdistanê da ye û her dê di laperên dîroka cîhanê da mezin mîne û eve jî ji encamê komeka binema û prensîpên rast û dirust û helwestên mirov dostane yên Barzaniyê nemir bûn.
Dîsan di beyannamê da hatî ye ku cihê şanazyê ye ku xelkê Duhoka dasiniya giyanê serhildan û fîdakariyê û berxwedanê dijî stem û zordariyê li roja jidayikbûna rêberê miletê kurd Barzaniyê bab serhildan kir û kelihên şufînîst û zordariyê li Duhokê herfandin, serhildana Duhokê nîşana mêrxasî û dilsozî û fîdakariya xelkê deverê ye hember doza rewaya xelkê Kurdistanê û rêbaza pêşewa Barzaniyê nemir, li dûmahiyê liqê yek bîreweriya ji dayikbûna Barzaniyê nemir û roja serhildana bajêrê Duhokê li hemû xelkê Kurdistanê pîrozkir.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)