9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Êzidiyan tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mîrê Êzidiyan kir û di hevdîtinê de rewşa Kurdên Êzidî yên li kampên penaberan, Şingal û derveyî welat gotûbêj kirin. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku proseya rizgarkirina Kurdên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 6ê Adaara 2023an pêşwaziya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

Herdu aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya guhdana rewşa Êzidiyan û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kirin, da ku xelkê deverê bikaribin vegerin Şingalê ji bo jinûve avakirina Şingalê û herêmê bi giştî cîhan, Herêma Kurdistanê û Iraq alîkariya wan bikin.

Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku li ser berdewamiya piştevaniya Êzidiyan û parastina mafên wan li Iraq û Herêma Kurdistanê bimîne ku proseya rizgarkirina revandiyan û eşkerekirina çarenivîsa wan dê berdewam be û çi pêwîst be ji bo rizgarkirin û piştevanîkirina wan, dê were kirin.

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg jî spasiya xwe û ya Êzidiyan ji bo piştevanîkirin û alîkariya berdewam, bi taybetî hewlên wî bo rizgarkirina revandiyên Êzidiyan û berevaniya mafên wan li Nêçîrvan Barzanî kir.

Encamên serdan û hevdîtinên vê dawiyê yên Mîrê Êzidiyan bi Papa û rayedarên welatên Ewropa, Iraq û navçeyê mijareke din ê hevdîtinê bû.

 

Nûçeyên têkildar