9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî û Balyozê Rûsyayê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 1ê Adara 2023an, pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Her di vê civînê de gotûbêj li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Dederal de li ser binemaya destûr û karnameya hikûmetê û dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Di beşeke din a civîna xwe de tekezî li ser serweriya yasa û parastina ewlehiya welatiyan hate kirin.


 

Nûçeyên têkildar