Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Çarşema 01.03.202ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Lord Tariq Ehmed Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka û Neteweyên Yekgirtî kir.
Di civînê de, Lord Ehmed tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşdebirina têkeliyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û herwiha amaje bi wê yekê kir ku Brîtanya bi girîngî li têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê dinêre û ew di wê baweriyê da ye ku seqamgîriya têkeliyên baş navbera Hewlêr û Bexdayê Iraqê bihêztir dike di rûbirûbûna astegiyan da û piştevaniya welatê xwe jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan da nîşan da.
Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê û Konsulê Giştî yê li Hewlêrê jî tê de amade bûn, her du aliyan rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Di vê derbarê da, Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku, Herêma Kurdistanê li ser xebatên xwe yên ji bona çareserkirina pirsgirêkên digel Bexdayê û parastina yekrêziya Herêma Kurdistanê berdewam dide.
Herdu alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku aştî û aramî û çareserkirina arîşeyên welat dê alîkar bin ji bo pêşkeftin û vegerandina Iraqê bo pêgehê wê yê şayeste di navçe û cîhanê da û derfeta kar, veberhênan û sermayerazandinên biyanî zêdetir dike.
Hilbijartinên Herêma Kurdistanê, yasaya petrol û gazê ya Iraqê û bûdce, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran, rewşa navçeyê bi giştî, encamên şerê Ukraynayê û çend mijarên din di civînê da hatin behs kirin.




