9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Polîtburoya PDKê: Malpera (KDP.info) çavkaniyek girîng a pêbaweriya xwendevanan e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi helkefta 12mîn salvegera damezrandina malpera KDP.info nameyeke pîrozbahiyê belav kir. Ev jî tekesta wê nameyê ye:

“Birêzan / rêvebir û nivîskarên Malpera Fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP.info).

Îro 12mîn salvegera damezrandina malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP.info) ye. Vê malperê li tenişt organ û saziyên din ên ragihandina PDKê bi rola xwe ya baş rabûye. Herwiha vê malperê kariye xizmeteke berçav pêşkêş bike, ku li gorî sîstemeke guncay û bi rastgotinê nûçe û peyamên xwe gihandiye xwendevanan.

Malpera fermî ya PDKê, ku organîzasyon û zimanê fermî yê partiya me ye, bi rastiyê û bi peyama xwe ya netewî û niştimanî, bûye xwedî pêgeheke xuya û çavkaniyeke girîng û cihê baweriyê li cem xelkê, ku ev yek jî cihê pêzanîn û destxweşiyê ye.

Em hêvîdar in ku karnameya we ya ji bo pêşerojê bi pilaneke nûjen û zêdetir guncayî be, ew jî ji bo bidestxistina pêşkeftinên zêdetir ji hemû aliyekî ve.

Li ser vê yekê, em bi germî pîrozbahiyê li we û li nivîskar û xwendevanên malpera fermî ya KDP.info dikin, û em piştgiriya xwe ya berdewam ji bo malpera we piştrast dikin. Her serkeftî bin.

Polîtburoya
Partiya Demokrat a Kurdistanê
28.02.2023”

  • 

Nûçeyên têkildar