9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Hindîstanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Hindîstanê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî peywendî û dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Hîndîstanê bi dîrokî û dêrîn wesif kir.

Îro Sêşema 21.02.2023yê li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya li şandeke Wezareta Derveyê Hindîstanê kir ku pêkhatibû ji Dr. Ewsef Seîd Cîgirê Wezîrê Derveyê Hindîstanê û Braşant Pîsî Balyozê Hindîstanê li Iraqê û Subhaş Çandra Keyn Konsulê Hindîstanê li Hewlêr.

Di hevdîtinê de şanda mêhvan pêzanînên xwe ji bo xebat û têkoşîna Serok Barzanî û gelê Kurdistanê hebû û tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hindîstanê li warên teknelojiya û pizîşkî û zanistî û akademiya û meşq û rahênanê kir. Herwiha ewe jî ragihandin aramiya Herêma Kurdistanê û Iraq û Rojhilata Navîn ji bo Hîndîstanê girîngiyekî taybetî heye.

Di beşeke vê hevdîtinê de Serok Barzanî peywendî û dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Hîndîstanê bi dîrokî û dêrîn wesif kir û piştevaniya xwe ji bo berfirehkirina peywendiyên di navbera herdu aliyan dûpat kir.

Rewşa navçeyên ziyanberketiyên erdheja Tirkiye û Sûriyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê mijareke dinê vê civînê bû.


 

Nûçeyên têkildar