Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo piştevaniya leşkerî û mirovî spasiya Almanyayê dikin
__2023_02_18_h16m48s8__ER.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeke Parlamentoya Almanyayê re civiya û ragihand, ew spasiya Almanyayê dikin ku erkên xwe yên leşkerî û mirovî li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj kiriye.
Di çarçoveya duyemîn roja Konferansa Asayîşa Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeke Parlamentoya Almanyayê ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Komîteya Derve Thomas Erndl re civiya.
Di civînê de behsa peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, şerê dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê û pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî ji bo piştevaniya serbazî û mirovî li Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina erkê hêzên xwe di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê de, herwiha naskirina komkujiya Ezdiyan wek jenosîd spasiya Almanya û parlamentoya wê kir.
Şanda parlementoya Almanyayê rol û bandora Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstan û têkşikandina DAIŞê de bilind nirxand û û dûbare kir ku Almanya weke hevkar li peywendiya Îraq û Herêma Kurdistanê dinêre û piştgîriya aştî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê û çareseriya aloziyê dike.




