9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Berpirsê Yekîtiya Ewropayê: Aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bo me gelekî girîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de bi Cîgirê Serok û Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê Josep Borrell re civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Borrell di civînê de behsa pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên Îraqê, peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê, şerê dijî terorîstan, peyvendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên Yekîtiya Ewropayê û derfeta berfirehkirina hevkariyên hevbeş kirin.

Borrell tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Yekîtiya Ewropayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de, proseya avakirina saziyan û serkeftina danûstandinên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan kir.

Borrel got jî aştî, aramî û bextewariya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Yekîtiya Ewropayê girîngiyeke mezin e.

Nêçîrvan Barzanî ji bo piştevaniya serbazî, mirovî û siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê spasî piştevaniya Yekêtiya Ewropayê kir û xwesteka Herêma Kurdistanê bo pêşxistina peywendiyan di hemû waran de û berfirekirina hevkariyên hevbeş ên aborî û emnî ligel Yekîtiya Ewropayê dubare kir.

Nûçeyên têkildar