9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Yekîtiyên Qutabiyan û Ciwanan melbenda gihandina çendîn serkirdeyên jêhatî bûne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokratîk ên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Di 70emîn salvegera damezrandina herdu rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokratîk ên Kurdistanê de, ez pîrozbahiyeke germ arasteyî hemû endamên herdu Yekîtiya Qutabiyan û Ciwanên Kurdistanê dikim û hêviya pêşketinê û nûbûnê û berdewamiya wan dixwazim.

Herdu Yekîtiyên Qutabiyan û Ciwanan dîrokeke wan a pir serwerî heye û di qonaxên cuda yên xebata gelê Kurdistanê de, di mijarên niştimanî de her dem li sengerê pêş yê berevanîkirin û dakokîkirinê bûn. Herwiha melbenda pêgihandinê ya çendîn serkirdeyên jêhatî û bi şiyan bûne, ku îro gelek ji wan di warên cur bi cur de xizmetê dikin.

Ez hêvîdar im di karwanê xebata xwe ya rêxistinkirî de di serkeftina berdewam de bin ji bo pêgihandina nifşekî hişyar û zana û dahêner û niştimanperwer û şiyanên xwe di xizmetkirina gel û welatê xwe de bi kar bînin.

Salvegera 18ê Sibatê pîroz be û her dem Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê di pêşketin û nûbûneke berdewam de bin.

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

18ê Sibata 2023an”

Nûçeyên têkildar