Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Gurcistanê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Îmaratê bi Serokwezîrê Gurcistanê Îrakli Garîbaşvîlî re civiya û di wê civînê de pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Gurcistanê Îrakli Garîbaşvîlî îro danê sibê li bajarê Dubayê, li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan civiyan.
Di hevdîtinê de behsa pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Gurcistanê de hate kirin û tekezî li giringiya bihêztirkirina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de li ser mijarên cihê giriniya hevbeş in hate kirin.
Di mijareke din a civînê de, derfeta vekirina konsulxaneya Gurcistanê li Herêma Kurdistanê û geştên asmanî yên rasterast di navbera Tiblîs û Hewlêrê de hatin gotûbêjkirin.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Safîn Dzayî û Wezîrê Avakirin û Niştecihkirinê Dana Ebdulkerîm pêk hatiye.
Îro 13ê Sibata 2023an bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê destpê kir.




