Li xala sînora Pêşabîrê ala Kurdistanê 25 mitran hate bilinkirin

Zaxo-KDP.info/ Di saxkirin û pîrozragirtina bîreweriyên adarê û newrozê û bi helkefta roja cil û bergên kurdî û bi amadebûna Serbest Lezgîn endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a kurdistanê û berpirsê liqê 8ê Partî û hijmareka helgirên medaliya Barzaniyê nemir û Dr. Ebdulhemîd Bavî endamê perlemanê Iraqa fîdral û rêveberê xala sînoriya Pêşabîrê û Pehlewan Heyder berpirsê girupê parastina alayê kurdistanê û Dilşad Adil berpirsê nivêsîngeha Zaxo ya girupê ala, alayê kurdistanê li xala Pêşabîrê hate bilndkirin.
Her di wê rê û resmê de wêneyên babê ruhî yê netewa kurd Barzaniyê nemir li ser amadebûna hatine belavkirin.
Alayê kurdistanê ewê ku hatiye bilndkirin qebara wê(3×6) bûye ku 25 mitran hatiye bilndkirin li xala sînoriya Pêşabîrê




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)