9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî 24 saliya damezrandina Kurdistan TV pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê 24 saliya damezrandina Kurdistan TV pîroz kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Ji bo birêzan serpereştiyar û desteya birêvebirin û hemû karmendên xweşdiviyên Dezgeha Satalayta Kurdistan

Bi helkefta 24 saliya pexşa Kurdistan TV pîrozbahiyeke germ li we dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazim, li vê erka we ya pîroz ku xizmetkirine bi dîrok û çand û civaka Kurdistanê.

Cihê xweşhaliye Kurdistan TV her li destpêka karkirinê da bi bawerî û rastgoyî wê erka li ser milên xwe bi cîh kiriye û bûye cihê balkişandina bînerên xwe û welatiyan, her wiha bûye pireke peywendiya di navbera xelkê Kurdistan li navxwe û derve.

Pêwîste Kurdistan TV bi uze û enerjiyeke zêdetir ve berdewam bê li pêdagirîkirina bi çanda Kurdayetî û niştimanperwerî û pêkvejiyanê ew jî li jêr ronahî rêbaza Barzaniya Nemir.

Ew çaverêyiya li Dezgeha Satalayta Kurdistan heye ku wekî herdem mînberê hemû xebatgêr û welatî û pêkhatên Kurdistanê bê û bi şêwazê guncaw girîngî bi dîroka xebata xelkê Kurdistanê û niha û paşeroja mîlletê me bide.

Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim

Mesûd Barzanî
17.01.2023”

 

Nûçeyên têkildar