9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û McGurk civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Nûnerê Serokê Amerîkayê yê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk civiya û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û proseya yekxistina Pêşmerge gotûbêj kirin.
Şeva Duşemê 16ê Çileya 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê Serokê Amerîkayê yê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk û şandeya pê re kir ku bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk pêşhatên herî dawî yên siyasî yên Iraqê, peywendiyên Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û gotûbêjên jibo çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û proseya yekkirina Hêza Pêşmerge gotûbêj kirin.

Di civînê de, Şaniyê Serokatiya Amerîkayê bo Binesaziya Cîhanî û Ewlehiya Enerjiyê Amos Hchstein û Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowskî jî amade bûn.

Li gor daxuayniyê, Brett McGurk tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Amerîkayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser berfirehkirina peywendiyên ligel Bexda û Hewlêrê û berfirehkirina hevkariyên hevbeş di hemû waran de, bi taybetî di warê ewlekarî û asayîşa enerjiyê de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji McGurk re behsa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û hewlên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir û ragihand, bi damezrandina hikûmeta nû ya Iraqa federal, derfeta çareserkirina pirsgirêkan li gor bingeha destûr û federalîzmê heye, di vê derbarê de, Herêma Kurdistanê ji bo her alîkariyekê amade ye.

Girîngiya karkirina hevbeş ji bo parastina aramiyê, pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê berjewendiya hevbeş çend mijarên din bûn ku di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.


 

Nûçeyên têkildar