9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Em di bin siya ala pîroz de ber bi avakirina zêdetir a Kurdistanê ve gavan biavêjin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir û tê de diyar kir, em hemû di bin siya vê alaya pîroz de ber bi aştî û avakirina zêdetir ve gavan biavêjin.

Peyama Mesrûr Barzanî ya bi boneya Roja Ala Kurdistanê wiha ye:

“Di Roja Ala Kurdistanê de, em vê roja alayê ku ala hemû pêkhateyên cuda yên Kurdistanê ye, bilind û pîroz radigrin.

Em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdên me yên serbilind ditewînin, ku ji bo vê alayê û xaka Kurdistanê, giyanê xwe bexş kirin.

Em spasî û destxweşî li Pêşmergeyên qehreman dikin ku bi têkoşîn û xweragirî û qurbanîdanê, ev ala her dem bilind ragirtine.

Em hemû di bin siya vê alaya pîroz de, ber bi aştî û avakirina zêdetir a Kurdistanê ve gavan biavêjin.

Roja Ala Kurdistanê pîroz be.”

Nûçeyên têkildar