9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî û Seroka Hungaryayê li ser rewşa Xristyanan û pêkhateyên din axivîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Hungaryayê (Macaristan) Katalin Novak civiyan û di wê hevdîtinê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hungaryayê û rewşa Xristyanan û pêkhateyên din ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kirin.

Îro Şemiya 10.12.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê pêşwazî li Seroka Hungarya Katalin Novak kir û di hevdîtinê de gotûbêj derbarê pêşxistina pêwendiyên Hungarya û Herêma Kurdistanê û pêşketinên dawiyê û guhertinên li Iraq û navçeyê û rewşa pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyan li Herêma Kurdistanê hate gotûbêj kirin.

Serokê hikûmetê kefyxweşiya xwe ya ji bo serdana Seroka Hungarya nîşanda û spasiya welatê Hungarya kir ku di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî de berdewame di piştevaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de. Serokê Hikûmetê herwaha daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo bihêzkirina pêwendiyên li gel Hungarya tekez kir.

Seroka Hungarya jî wekî ku pesnên qehremaniya Pêşmerge ya di tekoşîna dijî terorîstên DAIŞê de û amaje bi asayîş û seqamgirî û pêşketin û avadaniya bajarê Hewlêr û Herêma Kurdistanê da û amadebûna welatê xwe ya ji bo pêşketina piralîbûna pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Çaksaziyên kabîneya nehem û giringiya çareser kirina pirsgirêkên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a li ser bingehê destûrê, mijarekî din a gotûbêjên civînê bûn.

 

Nûçeyên têkildar