9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro Sêsema 18.10.2022 li bajarê Hewlêrê, di civînekê de ligel Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanyayê li Iraqê û şandeya pê ra pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, hilbijartina Serokkomar û erkdarkirina Serokwezîr ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal gotubêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî careke din tekîd kir ku gelek girîng e hikûmeta nû ya Iraqê karên xwe yên pêşîne destnîşan bike û xizmetgûzarî û derferên karî pêşkêş bike, derfet jî heye hindek ji pirsgirêkên welat çareser bike, û herwesa aliyên Iraqê li ser berjewendiyên bala yên welatî divê bi awayekî stratejîk hizir bikin û bi hev ra ji bona çareserkirina pirsgirêkan û vegerandin û parastina seqamgîriyê kar bikin.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê mijareka din ya civînê bû ku têda tekîd li ser girîngiya parastina yekrêziya navbera alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê hate kirin. Her du alî hevhizir bûn ku di warê demokrasiyê da welatên dost û civaka navdewletî ji nêzîk ve cavdêriya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û çaverêne ku astengî û arîşeyên li pêşiya hilbijatinan çareser bikin.

Têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Brîtanyayê û derfetên berfirehkirina hevkariyên hevbeşên navbera wan da û bi taybetî di warê kar û berhemanînê da, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û herêmî û rewşa herêmî bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn ku birêz Konsolê Giştiyê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê têda amade bû.

 

Nûçeyên têkildar