Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson kir û di wê civînê de Serok Barzanî tekezî PDK pêşengê pêgihandina jinên çalak bûye û ji bo pêşxistina civakê herdem rol daye jinan.
Îro Dûşema 17.10.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de David Hunt Konsolê Giştî yê Brîtanya amade bû, guhertinên dawî ya di nav qada siyasî û hilbijartina dawî ya Serok Komariyê hate guftûgokirin û herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e pêngavên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li gor îstîhqaqata hilbijartinê bê û bi pêwîst jî zanî ew programa ku ji aliyê beşdarbûyên proseya siyasî li ser rêkkeftine, bê bi cîh kirin. Bi awayek ew program wekî nexşerêyek be ji bo rêrewa proseya siyasî ya Iraqê ber bi aramiya siyasî ve.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî jî li ser girîngiya rola jinan û bihêzkirina wê rolê kir û balkişand li ser wê yekê ku Partiya Demokrata Kurdistanê pêşengê pêgihandina jinên çalak bûye û ji bo pêşxistina civakê herdem rol daye jinan.




