9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Rûsyayê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Yekşema 16.10.2022ê li bajarê Hewlêrê, di hevdîtinekê da pîrozbahiya destbikarbûnê li Maksim Robin Konsulê Giştiyê nû yê Rûsyayê yê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest, herwesa, hemû piştevaniyek ji bo serxistina erkên wî û xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo xurtkirin û berfirehkirina têkiliyan bi Rûsyayê ra nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û amaje bi peywendiyên kevnar ên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê da kir û hêvî xwest ku bi piştevaniya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ew bikaribe têkiliyên her du aliyan ber bi pêşve bibe.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

 

Nûçeyên têkildar