9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî serxweşî ji malbata qurbanên bûyera Hewlêrê re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî serxweşî li qurbanên bûyera hatûçûyê ya li Hewlêrê kir û hêviya selametiyê ji bo birîndaran xwest.

Daxuyaniya Serok Barzanî waha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve berî spêdehiya îro înê li encama rûdaneke diltezîn ya hatin û çûnê li yek ji kolanên Hewlêrê pênç kes bûne qurbanî ku çar ji wan zarok bûn û dû kesên din jî birîndar bûn.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û xizm û kesukarên qurbaniyên wê rûdana diltezîn dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê qurbaniyan bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bide.

‎Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

14.10.2022”

 

Nûçeyên têkildar