Liqê 8ê xelata rêzlênanê pêşkêşî lijne û rêkxirawên çalakên Partiyê kir

Zaxo-KDP.info/ Bo wefadarî û rêzgirtin li hember xebat û têkoşîn û mandîbûna serkirdê bizava rizgarîxwaza Kurdî Barzaniyê nemir, liqê 8ê Partiya Demokrat a Kurdistanê ev yade bi rêuresmekê taybet bi berhevbûna berpirsê liqê û perlemantarên kurdistanê û herêmdarê Zaxo û helgirên medaliya Barzanî û çendîn berpirsên hizbî û îdarî û cemawerî li hola baregayê liqê saxkir û têda (139) wênên Barzanî pêşkêşî lijne û rêkxirawan kirin.
Serbest Lezgîn berpirsê liqê di peyvekê de ronahî berdane ser xebat û wîstgehên jiyana Barzaniyê nemir û got: " Barzanî her ji jiyê 16 saliyê de dest daye xebatê û ji pênav bervanîkirin ji axa pîroza kurdistanê û berdewamî daye xebata xwe şiya di şoreşên Barzan de rolekî karîger û giring bigêrît û dujmin naçar kir ku bihêt danustandina sebaret mafên netewa Kurd biket."
Di drêjeya peyva xwede berpirsê liqê amaje bi kawdanan kir yên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê têda hatiye damezrandin û got: " Sererayê wê yekê ku dujmin zalbû li ser kurdistanê û bizava rizgarîxwaza kurdî li kurdistana başûr di kawadanêt gelek sext û dijwarda derbaz dibû lê Barzanî şiya parteka cemawerî û netewey ji tex û çîn û hêzên xweragirên xelkê kurdistanê binavê Partiya Demokrat a Kurdistanê damezranid û vê partê bîr û bawerên milletê kurd geştir lê kirin bo gehştin bi mafên xwe yên rewa û şoreşa Eylula mezin û rêkeftina (11 adarê) û şoreşa gulana pêkeftin xwaz ji giringtirîn û karîgertirîn berhemên vê partê bûn ta wî demî.
Li dîvda wênên Barzaniyê nemir ku ji layê girupê xubexşên wênên Barzaniyê nemir ve hatbûne berhev kirin li ser (9) lijne û (67) rêkxirawên ser bi liqê ve hatine dabeş kirin û her dîsan wek piştevaniyeka madî û menewî liqê 8 li sînurê her lijnekê (3) rêkxirawên çalak dibiyavên karê rêkxiraweyî de xelat kirin




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)