Mesrûr Barzanî û konsulê Kuwêtê pêşvebirina pêwendiyên dostane gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 14.9.2022an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Kuwêtê yê nû li Herêma Kurdistanê Osman El-Dawûd kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûnê li li Konsulê Giştî yê Kuwêtê yê nû li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast ji bo pêşvebirina pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Kuwêtê de.
Konsulê Giştî yê Kuwêtê yê nû li Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe bi destbikarbûna xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe ya pêşxistina pêwendiyan di hemû waran de nîşan da.




