kelturê pêkve jiyanê bûye yek ji berçavtirîn druşmên PDK ê

Dihok-KDP.info/ Duhî sipêdê li roja çarşembê li baregayê liqê Yekê Partî birêz Ebdulxaliq Babîrî endamê encûmena serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê Yek pêşwazî li şandekê bilndê kenîsa Siriyanî ya Ersedukis li dihok û Zaxo bi serokatiya qeşe (Eb Elxurî Faiz Elşmanî) kir.
Divê hevdîtinê de herdû aliya xweşhaliya xwe bi vê seredanê derbirî û da diyarkirin ku merem jivê seredanê bihêzkirina peywendiyana di navbera herdû lada ye.
Di tewerekê diyê vê seredanê de berpirsê liqê Yek çend runkirinek berdane ser baruduxê Iraqê û bi tayîbeî yê herêma Kurdistanê û rewş û pêşkeftina evro ya herêmê bixweve dîtî û herwesan berpirsê liqê da diyarkirin ku Kurdistan di kevn da wargehê jîn û jiyara gişt ol, netewe û mezheban bûye bê cudahî dinavbera wanda û nuke jî ev kelture bûye yek ji berçavtirîn diruşmên Partî Demokrat a Kurdistanê û Partî şanaziyê bi vê kelturê pêkve jiyanê diket û herwesan berpirsê liqê got temamkerên rêbaza Barzanî yê nemrin bo helgirtin û pîroz ragirtina vê druşmê pêkve jiyanê.
Herwesan ji layê xwe ve şanda navbirî sipasiya serokê herêmê û serokatiya Partî kir bo berqerarkirina emin û asayişê û parastina gişt ol û netewa û parastina mafên wan û herdem destpêşxer bûne bo diruşmê pêkve jiyanê û li dumahiyê berpirsê liqê Yek amade û piştevaniya xwe bo her core harîkariyeka pêtivî da diyarkirin




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)