Nêçîrvan Barzanî û şanda leşkerî ya Brîtanyayê pêwendiyên ligel dewletên cîran gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 07.09.2022yê li Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Brîtanyayê bi Serokatiya Şêwirmendê leşkerî yê Brîtanyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Marşal Sammy' Sampson civiya.
Di civînê de ku, wezîrê pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê jî tê de beşdar bû, behsa têkiliyên Brîtanyayê yên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê, metirsiyên terorê, liv û tevgerên DAIŞê, prosesa reformên ya Wezareta Pêşmerge û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêzdariya xwe bo Brîtanyayê jiber hevkarîkirina Kurdistanê di şerê dijî terorê de diyar kir û tekezî li ser pêdiviya berdewamiya hevkariyên Brîtanya û dostên nava civaka cîhanî bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û serxistina prosesa reformên nava Wezareta Pêşmerge kir.
Her di heman civînê de herdu alî hevnerîn bûn ku, pêwîst e aliyên siyasî yên Iraqê bi jihevtêgehiştin û rêkeftinê hewl bo derbaskirina kirîza siyasî û metirsiyên li pêşiya prosesa siyasî ya Iraqê bidin, û tekezî jî li ser girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanî kirin.
Rewşa navxweyî ya Kurdistanê, têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê û têkiliyên Herêma Kurdistanê ligel dewletên cîran û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş bo her du aliyan, mijarên din yên vê civînê bûn.




