Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Liz Trussê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya bijartina Lîz Trussê wek serokwezîra Brîtanya û seroka Partiya Muhafizekar a Brîtanyayê pîrozbahî li Lîz Trussê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî Twitterê got: “Pîrozbahî li Liz Trussê dikim ji ber hilbijartina wê wek seroka Partiya Muhafazakar û serokwezîr. Ez ji wê re serkeftinê dixwazim di peywira xwe de û hêvî dikim ku bi wê re bixebitim da ku têkiliyên me yên bihêz û nirxên hevpar bêtir pêşve bibin.’’




