Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji bo mayîn û azadîxwaziyê bi ser ket

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Tebaxê di salvegera tawanên Enfala Badînanê de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Gelê me ti carî zimanê zordarî û tawanê qebûl nake û divê dewleta Iraqê qerebûya wan hemû tawan û stemkariyên li dijî miletê me hatine kirin, bide.”
Peyama Serok Mesûd Barzanî:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Di bîst û pêncê Tebaxa 1988 heta şeşê Eylûla 1988 di dirêjahiya zincîre tawanên rêjîma Iraqê li dijî xelkê Kurdistanê, beşeke zêde yê navçe û gundên devera Badînanê ketin ber helmeta nemirovane ya kîmyabarankirin û girtin û kuştin û veguhestin û enfala welatiyên bêtawan ya destê hêzên rêjîma wê demê ya Iraqê. Di encama wê tawana nemirovane de bi hezaran welatiyên Kurdistanê şehîd û bêserûşûn û koçber kirin û sedan gund jî hatin xerakirin.
Mebesta rêjîmê ji wê tevgera şovenî û ew tawana mezin, guherîna demografiya Kurdistanê û şikandina îradeya gelê Kurdistanê bû bi rêya çek û zordarî û sîtemkariyê. Lê belê îradeya gelê Kurdistanê ji bo mayîn û azadîxwaziyê bi ser ket û ew dijmin û neyar û tawanbar bûn ku ketin zibildanka dîrokê de.
Di bîranîna sîh û çar saliya tawana Enfala Badînanê de, silav ji bo giyanê pakê şehîdên komkujiya Kurdên Feylî û Enfala Badînan û Germiyan û Barzan û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînîn. Di vê bîranîna xemgîn de radigihînîn ku gelê me tu carî zimanê zordarî û tawanê qebûl nake û divê dewleta Iraqê jî qerebûya wan hemû tawan û sîtemekariyan bide ku li dijî mîlletê me hatine encamdan.
Mesûd Barzanî
25.08.2022”




